Koçberê ji Idlibê Seîd Henkoş: Dewleta Tirk herêmên me frotin

Piştî gurbûna şerê li Idlibê bi hezaran kes koçberî herêmên Rêveberiya Xweser bûn.

Praniya koçberan li gundewarên Minbicê bi cih bûn.

Koçberê ji Idlibê yê bi navê Seîd Henkoş anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên wan firotine û ji ber wê ew ber bi herêmên bakur û rojhilatê Sûrî ve hatin.

Koçberên ji Idlibê, ji ber bombebaranên rejîma Sûriyê û kiryarên çeteyên dewleta tirk berê xwe didin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Pêla koçberiyê ber bi herêmên bakur û rojhilatê Sûrî ve piştî daxuyaniya fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ya ku dibêje deriyên wan li ber koçberên Idlibê vekirî ye, dest pê kir.

Yek ji koçberên ji Idlibê ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve hatiye jî Seîd Henkoş سعيد حنكوش yê 22 salî ye.

Seîd Henkoş ji gundê Ramî yê Cebel El-Zawiyê ye û niha li gundekî li rojavayê bajarê Minbicê bi cih bûye.

Koçberê Idlibî anî ziman ku ji ber bombebarana zêde ya rejîma Sûriyê firotina dewleta Tirk û çeteyên wê ya herêmên wan, ew neçarî koçber bûn.

Seîd Henkoş diyar kir ji ber aramî û ewlehiyê wan berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Henkoş li ser koçberiya ber bi Minbicê ve wiha anî ziman:

Di dema koçberiyê de gelek astengî li pêş me derketin.

Em û cîranên me kom bi kom tevî tirsê derketin.

Em ji çeteyên ku li ser bendan in û rehm di dilê wan de tune ye û ji bombebaranê ditirsiyan.

Koçberê ji Idlibê diyar kir ku bendên kontrolê bi hêsanî nedihiştin ku ew derbas bibin û li hember derbasbûnê ew neçar diman ku 200 dolaran bidin.

Henkoş piştî gihîşt Minbicê piştrast kir ku ew di ewlehiyê de ne û tirsa li ser zarokan rabû.

Seîd Henkoş di dawiyê de spasiya hêzên QSD’ê yên ku pêşwaziya wan kirin û rêya derbasbûna herêmê hêsan kirine, kir.

Back to top button