NIVÎSKARA KURD HÊJAYÎ XELATA WÊJEYÊ YA HOHENEMS HAT DÎTIN

Nivîskara Kurd Karoş Taha ya ji bajarê Zaxo yê başûrê Kurdistanê hêjayî xelata Wêjeyê ya Hohenemsê hat dîtin.

Nivîskara Kurd Karoş Taha xelata xwe bi merasîmekê wergirt.

Karoş Taha piştî ku xelat wergirt ji medyaya Awûstûryayê re axivî û diyar kir ku ji ber di nava malbata xwe de bi Kurdî û Almanî diaxive berhemên wê rengîn in, û got:

“Êdî xewnên min bi Kurdî û Almanî ne. Ez li pêşberî xelatê matmayî mame”.

Romana ” Vegotina meşa kevjalekî” ya Karoş Taha sala 2018’an hate weşandin.

Romana wê li eyaleta NRW a Almanyayê jî hêjayî xelatê hatibû dîtin.

Weşanxaneya Hohenems a li Awûstûryayê, ji sala 2009’an û vir ve Xelata Wêjeyê dide nivîskarên ku zimanê wan ê dayikê ne Almanî ye lê belê bi Elmanî dinivîsînin.

Leave a Reply

Back to top button