HERÊMÊN ÇETEYAN BÛN HEDEFA 280 TOP Û 46 ÊRÎŞÊN EZMANÎ YÊN RÊJÎMÊ

Şer û topbaran li herêma navbera Hema û Idlibê derbasî roja xwe ya 58’an bû. Di vê der barê de Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên şer ên rêjîmê îro siharê gundewarên başûrê Idlibê bombe kirin. Balafiran nêzî 46 êrîşên ezmanî pêk anîn. 

Bombekirin bi taybetî li gund û navçeyên Mi’eret Numan, Hizêrîn, Bsîda, Sikîk, Kefer Secna, Hîş û Medeya li başûrê Idlibê bû.

Her wiha navçeyên El-Sexir û Kefer Zîta yên bakurê Hemayê jî bûn hedefa balafirên şer ên rêjîma Sûrî.

Di heman demê de, balafirên şer ên Rûsyayê jî herêmên Xan Şêxûn û Tel ‘As ên başûrê Idlibê bombe kirin.

Hêzên rêjîma Sûrî jî, herêmên navbera Hema û Idlibê bi 280 topan kirin hedefa xwe.

ŞERÊ LI SÛRIYÊ
6 ÇETE Û 18 LEŞKERÊN RÊJÎMA SÛRÎ LI HEMA Û IDLIBÊ HATIN KUŞTIN

Li gorî Çavdêriya Sûrî, ji ber topbaran û bombekirinê hejmarek kuştî û birîndar jî çêbûn.

Li Cisir Eş-Şixûr a Idlibê 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li Atşanê ya bakur-rojhilatê Hemayê 6 çete hatin kuştin.

Dîsa, li heman herêmê, 18 leşkerên rêjîma Sûrî jî hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button