Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran Çiya Kurd têkildarî qanûna Qeyser a cezayên aborî li dijî hikûmeta Şamê tevlî televizyona me bû.
Çiya Kurd got ku hikûmeta Şamê bi dirêjahiya aloziya Sûriyê siyaseteke aqilane nemeşand û ew berpirsyarê êrîş û cezayên li ser Sûriyê ye.
Her wiha diyar kir ku ji bo sivik-kirina bandorên qanûna Qeyserê, ew ê deriyê Tilkoçerê vekin
Bedran Çiya Kurd di nava axaftina xwe de diyar kir ku sedema sereke ya paşveçûna aboriya Sûriyê û tengavbûna rewşa jiyanî ya welatiyê Sûrî kiryar û siyasetên hikûmeta Şamê ye.
Çiya Kurd got ku ew beşeke ji Sûriyê ne û dê bandoran cezayan li wan bikin ji ber vê yekê, ew tedbîrên xwe digirin.