Gerîlayên HPG û YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê li hemberî dagirkerên ku hewil didan bi kepçeyan çeperên şer hilweşînin, çalakî kirin.
Di encamê de derb li 2 kepçeyan hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir ku 11’ê û 15’ê Sibatê li herêma Zapê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê gerîlayan bi çekên ferdî û sabotajê çalakî pêk anîn.
Di encama çalakiyan de derb li 2 kepçeyan hate xistin û neçar man vekişin.
Têkîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker jî HPG’ê ev agahî parve kir:
Ji 16 heta 21’ê Sibatê bi giştî 37 caran qadên gerîla bi balafirên şer hatin bombekirin.
Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê ya herêma Metînayê jî bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.