KCK’ê êrişa dewleta Tirkiyê ya dagirker a li dijî Peşmergeyan şermezar kir

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk di nava planeke nû ya dagirkeriyê de ye û PDK jî hewl dide dewleta Iraqê bikişîne nava hevkariyê.
KCK ji hemû hêz û aliyên Başûrê Kurdistanê û Iraqê daxwaz kir ku li dijî vê armancê helwest nîşan bidin û nehêlin dewleta Tirkiye zêdetir xwîn birijîne.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi daxuyaniyekê têkildarî plana nû ya dagirkeriya Tirkiyê hişyarî da.

KCK’ê di serî de êrişa dawî a dewleta Tirk ya li ser Dihokê ku di encamê de 2 welatî şehîd bûbûn şermezar kir û sersaxî ji malbaten wan re xwest.

KCK’ê diyar kir êrişê careke din nîşan dan dewleta Tirkiyê li dijî hemû Kurdan e û wiha encamên êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayan bîbîrxist:

“Ev yek êrişeke nû ya kîmyabaran û Enfalê ye ku li ser destên dewleta Tirk a dagir tê kirin. Desthilata PDK’ê jî wekî caşên serdema rejîma Beesê hevkarê vê Enfalê ye, rênîşanderiyê ji dewleta Tirk re dike û tawanên wê vedişêre. Bi gotineke din PDK Enfaleke nû bi ser Kurdistanê de ferz dike.”

KCK’ê têkildarî plana nû ya dagirkeriyê hişyarî da

Bi domdarî KCK bal kişande li ser hevdîtinên dawî ên Tirkiyê-PDK’ê û got:

Di demekê de ku xwîna hemwelatiyên Başûr bi destên dewleta Tirk a faşîst tê rijandin, desthilatdarên PDK’ê li ser ferşa sor pêşwaziya wan dikin û dest di nav destan de pozan didin kamerayan.

“PDK bi hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re enfaleke nû bi ser Kurdistanê ferz dike”

KCK’ê destnîşan kir ku armacan hevdîtinan dewleta Tirk planeke nû ya dagirkeriyê ye û ev tişt anî ziman:

“Dewleta Tirk a faşîst li pey planeke dagirkeriyê ya nû û berfireh yê li dijî başûrê Kurdistanê ye. Serdana wezîrên Tirkiyê yên terorîst bo Hewlêr û Bexdayê amadekariya vê êrişê ye. Desthilatdarên PDK’ê dixwazin di vê êrişa dagirkeriyê ya nû de dewleta Iraqê kaşî nav hevkarîkirina dewleta Tirk bikin.”

Li dijî vê armanca dagirkeriyê, KCK ji hemû hêz û aliyên Başûrê Kurdistanê û Iraqê daxwaz kir ku helwest nîşan bidin û nehêlin dewleta Tirkiye zêdetir xwîna hemwelatiyan birijîne.

Encama hevdîtinên Barzaniyan bi Tirkiyê re: 2 pêşmerge hatin kuştin

Back to top button