Encama hevdîtinên Barzaniyan bi Tirkiyê re: 2 pêşmerge hatin kuştin

Dewleta Tirk a dagirker duh bi şev gundê Kafya ya li parêzgeha Dihokê bombebaran kir.
Di encama êrişê de 2 pêşmerge hatin kuştin.
Ev êrişên dewleta Tirk di demekî de ye ku trafîka hevdîtina wan ya bi malbata Barzanî re gelekî zêde bûye.
Piştî ewqas hevdîtin duh kuştina 2 pêşmergeyan careke din armanca dewleta Tirk û malbata Barzanî zelal radixe ber çavan.

Dewleta Tirk a dagirker duh bi şev careke din li dijî Başûrê Kurdistanê êrişek hewayî pêk anî.

Balafirên şer gundê Kafya ya girêdayî navçeya Akrê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve bombebaran kirin.

Di encama êrişa hovane de, du pêşmergeyên bi navê Arif Taha û Beşîr Emer Elî hatin kuştin.

Gorî agahiyan 2 kesên din ên ji heman malbatê jî bi pêşmergeyan re bûn.

Lê heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.

Gundê Kafya ji ber êrişan hatibû valekirin, lê pêşmergeyên hatin kuştin doh ji bo bax û baxçeyên xwe vegeriyan bûn ser gundê xwe.

Ev êrişên dagirkeriya Tirkiyê piştî hevdîtina li Bexda û Hewlêrê pêk hat.

Di nava 2 mehan de rayedarên Tirkiyê gelek caran bi malbata Barzanî re hevdîtin pêk anîne.

Dest pê kê misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, 28’ê Çile li gel Mesûd Barzanî civiya.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler jî 6’ê Sibatê bi Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.

Serokkomarê AKP’yî Recep Tayîp Erdogan jî 13’yê Sibatê li Dubaiyê bi Mesrûr Barzanî re civiya.

Di 16’ê Sibatê de jî Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan li Almanyayê civiyan.

Li gorî medya û pisporan armanca van serdanan dewleta Tirk dixwaze li ser hinek deverên Herêmê êriş bide destpêkirin û dixwaze Iraq û herêm jî beşdarî vê êrişê bibe.

Di encama hemû hevdîtinên de ev yek doh bi êrişeke pêk hat.

Bi vî awayî encamên hevdîtinên dewleta Tirk derdikevin holê.

Hêzên Iraqê li sînorê Dihokê xwe bi cih kirin

Hemwextî van êrişan duh bi şev beşek ji hêzên Iraqê ber bi sînorê Dihokê ve hatin şandin.

Li gorî agahiyan ew hêz li gundê Serzêrî yê li sînorê navçeya Kanî masî ya ser bi parêzgeha Dihokê ve bi cih bûn.

Back to top button