Artêşa Tirk êrişî gundê Kafya kir: Pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da

Balafirên şer yên dewleta Tirk gundê Kafya yê navçeya Akrê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.
Di encamê de pêşmergeyekê jiyana xwe ji dest da û du jî birîndar bûn.

Li gor nûçeyên medyaya navxweyî ya Iraqê, balafirên şer yên dewleta Tirk gundê Kafya yê girêdayî navçeya Akrê ya parêzgeha Duhokê bombebaran kirin:

Di encamê de pêşmergeyekê jiyana xwe ji dest da û du jî birîndar bûn.

PDK di şerê li dijî Gerîlayên Azadiyê de li rex artêşa Tirk ya dagirker cih digire û hemû alîkariyên ji destê wê tê dide artêşa Tirk.

PDK li ser êrişên dewleta Tirk ya dagirker ji derveyî alîkariya ji dewleta Tirk ya faşîst re tu helwestên netewî raber nake.

Heta derbarê êrişên dewleta Tirk yên li ser pêşmergeyên xwe de jî tu helwestan nîşanî dewleta Tirk nade.

Hemwextî vê yekê di warê çapemeniyê de jî li ser bûyerên wiha sansorê pêk tîne.

Back to top button