Li Efrînê 4 welatî hatin qetilkirin û 94 din hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker sûcên qetilkirin û revandinê li kantona Efrînê dewam dike.
Ji destpêka îsal heta 20ˊê Sibatê 4 welatî hatin qetilkirin û 94 welatiyên din hatin revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê di bîlançoya xwe ya Çileyê de bi bîr xistibû ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 welatî di nav de 2 jin, qetil kirin.

Her wiha li gorî rêxistinê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 53 welatî di nav de 15 jinên temenbiçûk û 2 zarok revandin.

Girêdayî heman mijarê, Navenda Belgekirina Binpêkirinan di 20ˊê Sibatê de raporek li ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê belav kir.

Di raporê de hate bibîrxistin ku ji destpêka Sibatê û heta dîroka belavkirina vê raporê 41 welatî hatine revandin.

Back to top button