Demên dawî, ENKS’ê ji bo derxistina fitneyê û reşkirina Rêveberiya Xweser bi xwepêşandanan rabûbû.
Li ser vê yekê hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî got:
”Gelek belgeyên ku hevakriya ENKS’ê bi dewleta Tirk re isbat dike derketine û êdî ENKS nema kare xwe vekişîne.”
Kurdiyar Dirêî da xuyakirin ku ENKS’ê bi rêya Opozîsyona Sûriyê, derbasî ajandeya dewleta Tirk bû û êdî talankirina gelê Kurd xwezayî dibîne.
Dirêî da zanîn ku rojekê jî endamên ENKS`ê serdana goristaneke Rojavayê Kurdistanê nekiriye, lê li Efrîna dagirkirî serdana gorên çeteyan dikin.
Kurdiyar Dirêî bal kişand li ser xwepêşandana ENKS`ê û wiha pê de çû:
“Partiyên ku tev li wê xwepêşandanê bûbûn ji destpêka aloziya Sûriyê ve bê deng bûn.
ENKS dixwaze gel bixapîne, armanc ji vê yekê, razîkirina dewleta Tirk a dagirker e.”