Li Iraqê aloziya siyasî

Li Iraqê ji bo avakirina hikumeta nû xebatên Mihemed Şia Sûdanî bi dawî bûn.
Sûdanî ji parlamentoyê xwest ji bo dengdana bi hikumeta wî, parlamento bicive.
Lê beriya parlamento bicive, hêzên ewlekariyê li nava paytext bexda hatin belavkirin.

Parlementoya Iraqê wê îro saet 14.00’an ji bo erêkirina kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî kombûba, lê li ser daxwaza aliyên siyasî hate teloqkirin.

Li parlamentoya Iraqê dengdana bû hikumeta Sûdanî

Li gorî agahiyan rûniştin ji bo saet 18.00’ê pêk were.

Hat gotin, hîna li ser hinek wezaretan lihevkirin çênebûye.

Li Bexda hêzên ewlekariyê hatin belavkirin

Di civînê de hikumeta nû ya Sudanî û wezîrên navê wan hatine diyarkirin, bikevin dengdanê.

Beriya civînê li Bexdayê hêzên ewlekariyê hatine belavkirin.

Şaneya Ewlekarî ya Bexdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû hêzên ewlekariyê amadene û tedbîrên ji bo ewlekariya civîna îro ya parlamentoyê hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên ewlekariyê hemû rêyên diçin Herêma Kesk li trafîkê girtin.

Back to top button