Komkara welatên Ereb: Destwerdana Tirkiyê dihêle şerê li Lîbyayê dirêjtir be

Der barê destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê de, Komkara welatên Ereb û Parlamentoya Erebî bang li aliyên navnetewî kir ku bikevin tevgerê.

Sekreterê giştî yê Komkara welatên Ereb, Ehmed Ebû El-Xeyz têkildarî dewstwerdana berdewam ya dewleta Tirk di karûbarên Lîbyayê, hişyarî da.

Ebû El-Xeyz destnîşan kir ku destwerdana Tirkiyê dihêle şerê li Lîbyayê dirêjtir be.

Serokê Parlamentoya welatên Ereb jî, alîkariya leşkerî ku Tirkiyê dide hikûmeta Wîfaqê ya Lîbyayê şermezar kir û bang li aliyên navnetewî kir ku vê destwerdana Tirkiyê rawestînin.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşuglo jî îdiya kir ku ew ê şandina hêzên xwe bo Lîbyayê bi şertê pêk anîn agirbestê bisekinîn.

Aloziya Lîbyayê
Cezayîr îro civînekê ji dewletên cîranên Lîbyayê re li dar dixîne

Ji aliyeke din ve, Cezayîr wê îro derbarê aloziyê, civînekê ji welatên cîranên Lîbyayê re li dar bixîne.

Hat eşkerekirin ku wê Misir, Tûnis, Sûdan, Çad û Nîjeryayê di civînê de amade bin.

Leave a Reply

Back to top button