Sûdanî ji bo hikumeta nû daxwaza rûniştinê kir

Li Iraqê amadekariyên avakirina hikumeta nû tê kirin.
Mihemed Şîa El Sûdanî yê ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê hatibû erkdarkirin, bang li parlamentoyê kir ku sibe civînekê bo dengdana li ser hikumetê pêk bînin.

Sûdanî di nameya ji Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî re şandiye de wiha got:

Em bernameya hikûmetê ji we re dişînin da ku pêşkêşî parlamentoyê bikin û sibe roja dengdana kabîneyê diyar bikin.

Piştre em ê navên namzedên ku wezaretan dagirin bişînin.”

Li gorî çapemeniya Alman DPA kabîne bi giştî wê ji 32 wezaretan pêk bê.

12 ji bo Çarçoveya Hevrêziya Şîeyan ku piraniya wan di parlamentoyê de ye.

6 ji bo Hevpeymaniya Sûnnî ya bi serokatiya Halbûsî û 4 ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê ye.

Her wiha wezaretek ji bo kêmîneya xiristiyanan hatiye avakirin.

Di 13’ê Cotmehê de, Serokê nû Ebdulletîf Reşîd erka avakirina hikûmetê dabû berbijêrê serokwezîrê şîe Mihemed Şîa el-Sûdanî.

Sûdanî divê di nava 30 rojan de kabîneya xwe pêşkêşî parlamentoyê bike.

Lê ya diyar Tevgera Sadr bi ri awayî namzetiya Sûdanî napejirîne.

Back to top button