Rojnamevan Silêman Ehmed li kure?

Rojnamevan Silêman Ehmed 93 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.
PDK’e rê nade ku malbat û parêzerasn bi wî re hevdîtin bikin.
Ajansa Rojnews’ê got: Ger di demek kurt de çarenûsa Silêman neyê eşkerekirin, emê giliya hikûmeta Herêmê û Wezîrê Karê Hindir yê Herêmê li Dadgeha Federal bikin.”

Edîtorê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed ev 93 rojin ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye revandin.

Tevî gelek serlêdanên malbat û parêzeran jî hêzên PDK’ê destûra hevdîtina bi wî re nedane.

Ajansa Rojnews’ê ji bo agahî wergirtina ji xebatkarê xwe Silêman Ehmed îro li Navenda Metro ya li Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê da.

“Ger agahî ji rojnamevanê me neyê gitin, emê li dadgeha federal giliyê bikin”

Di daxuyaniyê de yek ji parêzerên Silêman Ehmed Nerîma Ehmed axivî.

Nerîma Ehmed qala astengiyên PDK’ê kir û got:

“Piştî Silêman Ehmed hate revandin me serdana Asayîşa Lêkolînê ya Dihokê kir, dadwerê asayişê biryara hevdîtina bi Silêman re da.

Lê Asayişa Dihokê destûra hevdîtinê neda.

Eşkereye ku hêzên asayîşa Dihokê maddeya 40 ya destûrê binpêkiriye.”

Li gorî qanûnên Iraqê piştî 24 saetan her girtiyek mafê wan heye ku parêzerek ji xwe re bigire, lê asayîşa Dihokê carek din vê yasayê binpêkiriye.

Nerîma Ehmed diyar kir ku ger di demek kurt de çarenûsa Silêman neyê eşkerekirin, ew ê giliya hikûmeta Herêmê û Wezîrê Karê Hindir yê Herêmê li Dadgeha Federal bikin.

“PDK xwe di ser yasayê re dibîne, rê nade agahî ji Silêman Ehmed bê girtin”

Xwediyê Kompanya Çetir a ji bo karên medyayê Kemal Heme Reza jî li ser heman mijarê axivî û got:

“PDK xwe di ser yasayê re dibîne û rê nade parêzer û malbat hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin.

Em daxwaz ji rojnamevan û azadîxwazan dikin ji bo azadiya Rojnamevan Silêman Ehmed piştgiriyê bidin.”

93 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button