Rusya bi balafirên bê mirov êrîşê paytexta Ukrayna Kievê kir

Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku îro serê sibê hejmareke mezin ji firokeyên bê mirov ên çekdar ên Rûsî paytexta Kîevê kirine armanc.
Li gorî rayedaran, di van êrîşan de 2 kes birîndar bûne û xisar li malên li bajêr bûne.

Hêza hewayî ya Ukraynayê ragihand ku di vê mehê de şeşemîn car êrîş li ser paytextê pêk tê.

Her wiha hêza hewayî anî ziman balafirên bê mirov ên Rûsyayê navçeyên navendî, başûr û rojavayê Ukraynayê dikin armanc.

Hêza hewayî da xuyakirin parastina hewayî bi şev 24 ji 28’ê balafirên Rûsî xistine xwarê.

Servîsa Rewşa Lezgîn a Ukraynayê jî ragihand ku di êrîşê de gelek apartmanên qatên jorîn zirar dîtine û 2 kes jî birîndar bûne.

Êrîşa navborî çend metre dûrî nexweşxaneya welidînê pêk hat.

Serokê Îdareya Leşkerî ya Bajarê Kîevê Sergey Popko jî destnîşan kir parçeyên balafirên bêmirov ên ku hatine xwarê li avahiyek li başûrê navenda bajêr ketine.

Rayedaran diyar kirin ku ti ziyanên canî çênebûne û şewatên ku ji ber êrîşan derketibûn vemirandin.

Rûsya bi fuze û balafirên bê mirov êrîşî paytexta Ukrayna kîevê kir

Back to top button