PDK’ê Kurdê ku bi êrişa dewleta Tirk birîndar bû xiste zindanê

PDK’ê, sivîlê bi navê Silêman Mele Şêxo yê ji ber êrişa hewayî ya dewleta Tirk li herêma Kanî Masî birîndar bû, li şûna ku derman bike, ew xiste zindanê.

19’ê Mijdarê balafirên artêşa dewleta Tirk a dagirker, bombe li gundê Bîgdadê yê Kanîmasî barandibûn.

Di encamê de Silêman Mele Şêxo ê ji gundê Bêdehê birîndar bûbû û zirareke mezin gihîştibû mal û milkên gundiyan.

Silêman Mele Şêxo yê ku pêwîstiya wî bi dermankirinê hebû, di 20’ê Mijdarê de hêzên PDK’ê ser mala wî de girtin, birin Asayîşa Duhokê û xistin zindanê.

Heta vê kêliyê jî ti agahî ji Silêman Mele Şêxo nehatiye girtin û ji malbata wî tê veşartin.

Back to top button