Li Efxanistanê, jimara kuştiyên êrîşa duh ya li paytextê Kabûlê gihişt 10 kesan.
Cîgerê serokê Efxanistanê Em’e Allah Salih ragihand ku di encam êrîşa duh ya li Kabûlê; jimara qurbaniyan gihişt 10 kesan û jimara birîndaran jî bû 51’an ku piraniya wan jin û ciwan bûn.
Em’r Allah Salih diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê berpirsiyariya êrişê girt ser xwe, û got ku Devera Kesk a li bajêr armanca wan bû.
Wezareta Hundir a Efxanistanê jî eşkere kir ku derdora 23 mûşek li ser deverên cuda yên Sîvilan li naçeya Kesk ketin.
Devera Kesk ji ber balyozxaneyên dewletan û naveda Nato tê de ne bi awayekî xurt parastî ye.