Şerê Îsraîl û Hemas: 77 Roj

Li Şerîda Xezayê, şerê Îsraîl û Hemasê rewşa welatiyan aniye ber dojehê.
Jimara Filistîniyên heta niha hatine kuştin 20 hezar derbas kiriye.
Bêtirî 2 qasî vê jî birîndar bûne.

Êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve li ser Şerîda Xezayê dabû destpêkirin bênavber didomin.

Artêşa Îsraîlê bajarê Xan Yûnûs û Kampa Penaberan a Cibailya jî di nav de gelek cih bombebaran kir.

Tenê di êrişên Cîbaliya de, 9 kes mirin û gelek jî birîndar bûn.

Ji miriyan 5 jê zarokin.

Şerê Îsraîl û Hemas: Jimara miriyan 20 hezar derbas kir

Li gorî daxuyaniya herî dawî ya Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê di êrîşên Îsraîlê yên di nav 48 seatan de 390 kesan hatine kuştin û 734 kes jî birîndar bûne.

Bi van re jimara filistîniyên heta niha hatine kuştin gihişt 20 hezar û 57’an.

53 hezar û 320 kes jî birîndar bûne.

Dengdane ji bo agirbestê 4 caran hat taloqkirin

Ji aliyek din ve dengdana pêşnûmaya biryarê ya der barê alîkariyên mirovî yên li Xezayê ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) danûstandin dihatin kirin lê li hev nehatibû kirin, cara 4’emîn hat taloqkirin.

Hat diyarkirin ku dê dengdan îro dîsa were kirin.

WHO: Li Xezayê rûyê erdê veguheriye dojehê

Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de got:

“Kesên ku li vî cihê (Xezayê) ku li ser rûyê erdê bûye dojeh asê mane dehşetê dijîn.

Li Xezayê ji 36 nexweşxaneyan tene 9 ji wan xizmetê didin.

Rojane zêdetirî 300 kes jiyana xwe ji dest didin û got: ”

Divê li Xezayê ev komkujî bê rawestandin.

Bi lezgînî pêwîstiya me bi agirbestê heye.”

Şerê Îsraîl û Hemas: 76 roj

Back to top button