Li Bakurê Kurdistanê terora dewleta Tirk

Teror û êrişên dewleta Tirk a dagirker li bakurê Kurdistanê bê navber didome.
Leşkerên Tirk ji duh ve li dijî gundekî navçeya Hezex a Şirnexê dest bi operasyona bejahî û hewayî kirine.
Di serdegirtinên malan de jî 5 kes hatin binçavkirin.

Êriş û terora dewleta Tirk ya li bakurê Kurdistanê her diçe zêde dibe.

Rojane bi girtin û binçavkirinan li dijî Kurdan û saziyên demokratîk operasyonên qirkirinê dewam dikin.

Li dijî gundê Hespist yê Hezexê operasyon hate destpêkirin

Dewleta dagirker duh sibê bi hezaran leşker li gundê Hespist ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê ji erd û ezman ve operasyon dan destpêkirin.

Du roj in gund di bin dorpêça leşkeran de ye û ketin û derketina gund hatiye qedexekirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya leşkerên dagirker li gund bi ser malan de girtin û lêgerîn kirin.

Hat ragihandin leşker di tevahiya şevê de li dêr û malên gund bi cih bûn.

Şêniyên gund diyar kirin ku jiyana wan di xetereyê de ye.

Li gorî heman nûçeyê îro danê sibehê jî polîsên dewleta Tirk bi ser malên taxa Atakent a navçeya Hezexê de girtin.

Hat diyar kirin di serdegirtina malan de welatiyê bi navê Nûsrettîn Kaya hate binçavkirin

Li bajarê Semsûrê 2 kesên xwîşk û bira hatin girtin

20’ê Kanûnê polîsên Tirk li navçeya Eyyubiye ya Rihayê bi ser malan de girtin.

Har zanîn di serdegirtinê de Fethî û Zeyneb Otunç ku xwişk û bira ne hatin binçav kirin.

Xwişk û bira di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê de hatin binpçavkirin û di heman rojê de birin Semsûrê.

Xwişk û bira bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û şandin girtîgehê.

Li gundê Roboskî yê qilebanê 3 kes hatin binçavkirin

Leşkerên dewleta Tirk vê sibê li gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê jî bi ser malan de girtin.

Di encama serdegirtinên malan de Zekî Tosun ku kurê wî di Komkujiya Roboskê de hatibû kuştin, Nezmî Tosun û Abdullah Encu hatin binçavkirin û ew birin qereqola gund.

Back to top button