Yekîtiya Ewropa kirîna komirê ji Rûsyayê rawestand

Welatên Ewropa di çarçoveya cezayên li dijî Rûsya de, hewil didin êrişa wê ya li ser Ukrayna bidin rawestandin.
Piştî kêmkirina petrol û gaza xwezayî, niha ji komir di rojevê de ye.
Ambargoya komirê ya ku meha Nîsanê di çarçoveya cezayên li dijî Rûsyayê de hatibû dayîn, îro ket meriyetê.
Ji bo Ewropayê neanîna komirê ji Rûsyayê tê çi wateyê?

Ambargoya komirê ya ku Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber şerê Ukraynayê li dijî Rûsyayê dabû, ji îşev nîvê şevê ve ket meriyetê.

Ji ber vê yekê welatên YE ji îro pê ve nikarin komirê ji Rûsyayê îthal bikin.

Welatên yekîtiyê di meha Nîsanê de biryara ambargoyê wekî beşek ji pakêta pêncemîn a cezayên li dijî Rûsyayê qebûl kiribûn.

Biryara rawestandina îthalata komirê ji Rûsyayê ji bo qelskirina aboriya Rûsyayê ji bo tolhildana şerê Ukraynayê hat girtin.

Di daxuyaniya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya di meha Nîsanê de hat diyarkirin ku ambargoya komirê wê salê bi qasî 8 milyar euro zirarê bide aboriya Rûsyayê.

Komeleya Îxalkerên Komirê (VDKI) ragihand ku ewê pêwistiyên xwe ji welatên din yên cîhanê peyda bikin.

Amerîka, Afrîkaya Başûr, Awisturalya, Endonezya û Kolombiya di nav welatên sereke yên Ewropa komirê jê bikirin de ne.

Lêbelê, Almanyayê biryar da ku di demek nêzîk de santralên xwe yên berê yên komirê ji nû ve bixebitîne.

Awistrya û Îtalya jî ji bo zêdekirina bikaranîna komirê xwe amade dikin ku gavan bavêjin.

Şîrketa analîzê Rystad Energy ragihand ku elektrîka ku ji komirê tê hilberandin li Almanyayê di 5 mehên destpêkê yên îsal de ji sedî 20 zêde bûye.

Hilberîna komirê ji nava welatên Ewropa di navbera 1990-2020’an de ji sêyan duyê wê kêm bû.

Welatên yekîtiyê kêmaniya ku derket ji Rûsya kirî.

Ji sedî 45’ê komira yekîtiyê ji Rûsya tê.

Rêveberiya Moskow salê 4 milayr euro ji firotina komira bo Ewropa qezenc dike.

Bi ambargoya komirê re, YE cara yekem ceza li ser dabînkirina enerjiyê ya ji Rûsyayê sepand.

Di pakêteke din a cezayan de ku li ser li hev kirin e, ew jî petrole.

Welatên YE biryar dan ku ambargoya li ser şandina petrolê berfireh bikin da ku zextên li ser Moskowê zêdetir bikin.

Ambargoya petrolê wê ji dawiya salê ve bikeve meriyetê.

Lêbelê hin welatên ku rasterast girêdayî nefta Rûsyayê ne, wek Macarîstan, wê ji cezayan bêpar bimînin.

Back to top button