KILIÇDAROGLU: QEYÛM, BÊHURMETIYA LI VÎNA GEL E

Li dijî biryara Hikumeta AKP’ê ya tayînkirina qeyûman li şûna hevşaredarên HDP’ê bertek zêde dibin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kirin ku pirsgirêk ne pirsgirêka HDP’ê ye û partiyeke din a siyasî ye, lê bêhurmetiya li vîna gel e, divê her kes dengê xwe bilind bike, bêdengî pejirandina faşîzmê ye.

KILIÇDAROGLÛ: QEYÛM, BÊRÊZDARIYA LI VÎNA GEL E
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, bertek nîşanî biryara Wezareta Karên Hundir a tayînkirina qeyûman li şûna hevşaredarên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê da.

Kiliçdaroglû diyar kir ku tişta hatiye kirin li demokrasiyê nayê û wiha got:

Pirsgirêk ne pirsgirêka HDP û partiyeke din a siyasî ye, bêhurmetiya li vîna gel e.

Pêngaveke bi rihê darbeyê hatiye kirin. Bi vê yekê re vîna gel hatiye darbekirin.

Eger hikumeta AKP’ê wê wiha bike çima sindoq danîn, eger we sindoq danîn û hilbijartin pêk hatin divê hûn ji vîna gel re rêzê bigirin.

Her wiha berya hilbijartinê dadgerên YSK’ê namzetiya wan qebûl kirin.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû diyar kir ku ew piştgiriyê didin gel û bi têgihîştina wan bawerin.

Li Stenbolê bi destê Desteya Bilind a Hilbijartinan heman tişt anîn serê me jî.

OZTURK: BÊDENGÎ TÊ WATEYA PEJIRANDINÊ

Her wih Hevserokê KCD’ Berdan Ozturk jî dagirkirina şaredariyên HDP’î nirxand.

Ozturk diyar kir, desthilatdariya siyasî bi desteserkirina îradeya gel dixwaze hebûna xwe bidomîne û got:

Yekane tişta ku AKP’ê û MHP’ê xwe pê xwedî dike faşîzm û zordari ye.

Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd û gelên Tirkiyê her tim ji desthilatdaran xurtir bûye.

Ev yek ne tenê pirsgirêka HDP’ê û Kurdan e, pirsigrêka hemû gelên alîgirê demokrasî û azadiyê ye.

Lewma divê kes bêdeng nemîne. Bêdengî tê wateya pejirandinê.

SEROKÊ RÊXISTINÊN SAADET Û CHP’Ê YÊN AMEDÊ BERTEK NÎŞAN DAN

Serokê rêxistinên Partiya Saadetê û ya CHP’ê yên Bajarê Amedê jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê dan û diyar kirin ku ev yek wê bibe sedema berberiyê û wiha gotin:

“Gel wê bersîva pêwist dîsa bide wan.”

WEZARETA KARÊN HUNDIR DAXUYANÎ BI KURDÎ JÎ EŞKERE KIR

Îro Daxuyaniya tayînkirina qeyûman a hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê, li ser malpera Wezareta Karên Hundir bi kurdî jî hat weşandin.

Leave a Reply

Back to top button