Li Îranê hilbijartina parlamentê tê lidarxistin

Ji bo hilbijartinên parlament û Encûmena Pisporan a li Îranê hilbijartin hate lidarixistin.
Tevî ku hilbijartin destpê kiriye, lê çalakvanên mafê mirovan, aktivîstên jin û gelek saziyên din ragihandine ku ew ê hilbijartinan boykot dikin.

Îro li Îranê hilbijartinên parlamenter û Encûmena Pisporan hate lidarxistin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji 75 mîlyon kesan, 61 mîlyon kes mafên wan yên dengdanê hene.

Her wiha 15 hezar 600 kes ji bo 290 kursiyên parlementoyê û 144 kes jî ji bo 88 kursiyên Encûmena Pisporan bûne namzet.

Ji bo gel 59 hezar navendên dengdanê hatine amadekirin.

Ji bo boykotkirina hilbijartinê gelek bang hatin kirin

Tevî ku hilbijartin destpê kiriye, lê çalakvanên mafên mirovan, aktivîstên jin û gelek saziyên din ragihandine ku ew ê hilbijartinan boykot dikin.

Her wiha bang li gelê Îranê kirin ku roja hilbijartinê li malên xwe bimînin û neçin ser sindoqan.

Li aliyê din jî gelek kesayetên siyasî yên Îranê ragihandine ku ew ê tevlî hilbijartinê nebin.

Li gorî anketa dawî ya ji aliyê televîzyona dewletê ve hat weşandin, ji sedî 41 ê hilbijêran dibêjin ew ê biçin ser sindoqan.

Li gorî hejmarên fermî, rêjeya beşdarbûna hilbijartinên parlamenteriyê yên dawî ya sala 2020’an, ji sedî 42, 57 hatibû qeydkirin.

Ev yek ji dema îlankirina Komara Îslamî ya sala 1979’an û vir ve rêjeya herî kêm bû.

Hikumeta Îranê bi beşdarbûna zêde ya hilbijartinê rewabûna xwe ya li qada navneteweyî nîşan dide.

Lewma desthilata li Îranê daxwaz li gel dikin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.

Lê ji ber zextên desthilata Îranê piraniya welatiyan ji desthilatê bêzarin û dengdanê boykot dikin.

Bi taybetî daxwazeke xurt a ji bo guhertina bi temamî ya sîstema siyasî heye.

Back to top button