Îro salvegera 11’an ya damezrandina ajansa ANHA’yê ye.
Ajansa ku hemwextî soreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat damezrandin, di riya rastiyê de 5 şehîd dan.
Îro nûçegihanên ANHA’yê serdana gorên rêhevalên xwe kirin û diyar kirin ku ew ê têkoşîna hevrêyên xwe bidomînin.
Ajansa Nûçeyan a Hawar’ê ku hemwextî şoreşa Bakurê û Rojhilatê Sûriyê hate damezrandin 11 sal li pey xwe hişt.
Li gel kêmbûna derfetên salên destpêkê, ANHA’yê rastiya Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji raya giştî re ragihand.
Her wiha di têkoşîna ji nû ve avakirina civaka exlaqî û polîtîk de jî bi rolên girîn rabû.
Ji bo xurtkirina rêgezên jiyanê û avakirina civakeke ku hemû reng, deng, bawerî û nêrînan dihewîne, têkoşîna li ser asta çapemeniyê wekî yek ji navgînên têkoşînê esas girt.
ANHA’yê li 18 navendên li Sûriye û Rojhilata Navîn, bi 120 endamên xwe re 11 salan bû referansa xwegihandina rastiyan.
Di vê rêya lêgerîna heqîqetê Rizgar Denîz, Hogir Mihemed, Dilîşan Îbiş, Seed Ehmed û Îsam Ebdullah şehîd bû.
Nûçegihanên ANHA’yê îro bi boneya salvegerê serdana gorên rêhevalên xwe kirin.
Di serdanê de nûçegihanan diyar kirin ku ew ê têkoşîn û mîrasa şehîdan biparêzin û bidomînin.