Li Dêra Zorê hêzên HAT’ê yên Asayişê 10 çeteyên DAIŞ’ê girt

Li herêmê têkoşîna hêzên ewlehî yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê didome.
Hêzên Taybet yên Asayîşê li gundewarên bakurê Dêre Zorê 10 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Operasiyona Hêzên Taybet yên Asayîşê bi piştevaniya kalsiyona navdewletî hate lidarxistin.

Navenda Ragihandinê ya Asayîşa têkildarî operasyonê ev agahî parvekir:

“Di çarçoveya operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê de, Dezgeha Ewlekariya Giştî û hêza H.A.T û Koalîsyona Navneteweyî, 1’ê Adarê operasyoneke ewlehiyê pêk anîn.

Operasyona li gundewarên bakurê Dêrezor de pêk hat.

Di encmê de 10 çeteyên terorîst hatin girtin û gelek çek û çebelxane hat desteserkirin.

Ev çeteyên ku hatin girtin karkerên sivîl, navendên ewlehiyê dikirin armanc.

Her wiha hewil didan tirsê di nav gel de belav bikin.”

Di dawiyê de navendê diyar kir ku ew ê oparasyonên xwe yên têkbirina şaneyên DAIŞ’ê dewam bikin.

Back to top button