Artêşa Tirk gundên Şera û Şêrawayê topbaran kir

Dewleta qirker êrişî Başûrê Kurdistanê dike , lê çavê xwe li ser Rojava negirtiye û carek din êrişî herêmê dike.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şera û Şêrawayê topbaran kir.

Li gor agahiyên ajansa Hewarê gundên navçeya Şera û Şêrawayê duh bi şev rastî êrişên dijwar hatin.

Taybet gundê Şewarxe, Kela Şewarxe rastî êrişan hatin.

Ji ber topbaranê ziyanên madî çêbûne.

Topbaran heya derengiya şevê berdeman bû.

Ji bilî van gundan duh danê nîvro Balafireke dron a dewleta Tirk a dagirker avahiya Asayîşê ya li navçeya Zirganê bombebaran kir..

Di encama bombebaranê de 3 kes birîndar bûn.

Back to top button