Meşa ji Parîsê ber bi Starsboûrgê ve di roja 10’an de gihişt bajarê Melûn

Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Apo ku li Fransayê hatiye destpêkirin di roja 10’an de li bajarê Melûn didome.

Di tevahiya meşê de çalakvanan bi hezaran belavok li gel û saziyên derdorê belav kirin.

Çalakvan çûn serdana esnaf û saziyên Fransayê û dosyayên têkildarî tecrîda li ser Rêberê Apo pêşkêşî wan kirin.

Li ser navê meşvanan Erdal Şahîn axivî û got:

“CPT berî du salan serdana Rêber Apo kir, lê der barê serdanê de tu daxuyanî neda.

Ji ber vê yekê me jî biryar da em meşa xwe di 15’ê Sibatê de li ber avahiya CPT bi dawî bikin.”

Bi darvekirina 4 ciwanên Kurd li Swîsreyê hat şermezarkirn

Çalakiya rûniştinê jî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Reber Apo ku her Çarşemê li ber Nûnertiya (NY) ya li bajarê Cenevre tê lidarxistin dewam dike.

Di çalakiya vê hefteyê de bi darvekirina 4 ciwanên Kurd ji aliyê rêjîma Îranê ve hat şermezarkirin.

Meşa ji Parîsê ber bi Starsboûrgê ve di roja 9’an de gihişt bajarê Lîma

Back to top button