Sê rojin li Belarûsê xwepêşandan têne lidarxistin

Belarûsa ku ji bo demokrasiyê çû ser sindoqê bi aloziyê de maye.

Axaftina dawî ya namezeta mixalefetê Svetlana Tîkhanovskaya aloziya heyî kurtir kir.

Svetlana binketina di hilbijartinê de qebûl kir û vê yekê jî li welat pirs gelo ev gotin di bin tundiyê de hatiye kirin, dikin.

 

Li Belarûs di 9’ê tebaxê de, gel ji bo hilbijartina serokê welat çûn ser sindoqê.

Lê piştî serokdewlet Alexander Lukashenko ku di hilbijartinan de careke din bi awayekî guman hat hilbijartin, di serî de li paytex Minskê gelek deverên welat çalakiyên li dijî encamên hilbijartinê tên lidarxistin.

Çalakî di roja sêyemîn de didomin.

Li gel hişyariyên Yekitiya Ewropayê (YE) ji polisên Belarûsê tundiya xwe ya li hemberî çalakgeran zêde kirin.

Ji bo bidawîkirina çalakiyan polis gelek kesî binçav kirin dikin.

Hat ragihandin ku di nav kesên hatine binçavkirin de rojnameger jî hene.

Tikhanovskaya binketina xwe ya hilbijartinê pejirand, alozî zêdetir bû

Namzeta mixalefetê Svetlana Tîkhanovskaya ji ber ku gelek kesên pê re dixebîtin hatibûn binçavkirin û gefê li yên nehatibûn girtin hat xwarin terka welatê xwe kiribû û derbasî Lîtvanyayê bûbû.

Tîkhanovskaya li vir bangek kir û di banga xwe de encamên hilbijartinê qebûl kir.

Ev qebûlkirina Tîkhanovskaya li wela bû sedema şîroveyên mîna “Gelo Tîkhanovskaya di bin tundiyê de dîmen kişand?”.

Ya diyar ew ku tevlîheviya li welêt wê demek din jî dirêj bike.

Back to top button