Konferansa damezirîner a Konfedrasyona Civaka Demokratîk bi dawî bû

Li Reqayê konferansa damezrîner a Konfederasyona Civaka Demokratîk pêk hat.
Di konferansê de, hevserok û 120 endamên yekitiya konfederasyonê hatin hilbijartin.
Hate gotin, rêxistinên civaka demokratîk wê roleke pêşeng di rêxistinkirina civakê û xurtkirina îradeya wê de bileyze.

Bi dirûşma “Bi hêza civaka rêxistinkirî em ê demokrasî, azadî û dadmendiya civakî xurt bikin” li Reqayê konferansa 1’emîn a damezirîner a Konfedrasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket.

Di konferansê de nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, Rêxistinên Jinan û nûnerên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Despêkê cîgirê hevseroketiya Meclisa Gelan a Demokratîk Hemdan El Ebid lidarxistina konferansê pîroz kir.

El Ebid diyarkir ku ji ber ew xwedî nirx, nirx û rêgezên hevgirtinê ne, şerê wan tê kirin.

Endamê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Receb El Muşrif got:

“Em hêvî dikin ku encamên wê li gor dirûşma wê be û mafê her kesekî di civakê de biparêze.”

Piştre perspektîfên Rêber Apo ji aliyê endamê komîteya amadekar a konferansê Casim El Ebdullah ve hatin xwendin.

El Ebdullah got:

“Fikrê neteweya demokratîk ê Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya tevahî gelên bindest dike.

Bi rastî jî Rêber Abdullah Ocalan bi rêya berhem û pirtûkên xwe gelek maskên li ser rûyên dewletên kapîtalîst anîn xwarê.”

Piştre reşnivîsa konfedrasyonê hat xwendin û ji aliyê beşdaran ve hat nîqaşkirin û erêkirin.

Reşnivîs ji 18 madeyên têkildarî rêxistinên civaka demokratîk pêk tê.

Hevserok û 120 endamên yekitiya konfederasyonê hatin hilbijartin

Her wiha Cîhad Hesen Mihemed û Nisrîn Hesen wek hevserokên konfedrasyonê hatin hilbijartin.

120 endamên yekitiyên girêdayî konfedrasyonê jî hatin hilbijartin.

Di daxuyaniya dawiya konferansê de, hat destnîşankirin ku rêxistinên civaka demokratîk wê roleke pêşeng di rêxistinkirina civakê û xurtkirina îradeya wê de bilîzin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza pêkanîna armancên şehîdan hat dayîn.

Back to top button