Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Apo ku li Fransayê hatiye destpêkirin di roja 9’an de li bajarê Limay didome.
Çalakvanan di tevahiya meşê de bi hezaran belavok li gel û saziyên derdorê belav kirin.
Her wiha çûne serdana esnaf û saziyên Fransayê û dosyayên têkildarî tecrîda li ser Rêberê Apo pêşkêşî wan kirin.
Çalakvanan qert berhevkirin û ji bo Rêber Apo şandin Îmrraliyê.
Di tevahiya meşê de çalakvanan dirûşmên ji bo azadiya Reber Apo berz kirin.
Parlamentera berê ya HDP’ê Nursel Aydogan ku ji çalakvanên meşeye axivî û got:
“Gelê me ji bo tecrîdê bişkîne, ev 25 salin di nava têkoşînê de ne.
Em jî bi vê meşê teqez dikin ku em ê têkoşîn û berxwedana gelê xwe bigihînin serî.”
Nursel banga li gelên kurd û dostên wan kir ku beşdarî meşa 17’ê Sibatê ya ku li bajarê Kolnê bê li darxistin bibin.