Dr. Mehmûd Osman: Dewleta Tirk Kurdan hemuyan weke terorîst dibîne

Siyasetmedar Mehmûd Osman diyar kir, Dewleta Tirk Kurdan hemûyan weke dijmin dibîne û da zanîn divê têkiliyên hikumeta başûr bi Tirkiyê re ne li ser dijberiya Kurdan be.
Osman diyar kir, divê Kurd di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de yekîtiya xwe ava bikin.

Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Mehmûd Osman têkildarî azadiya Rêber Ocalan, êrîşên dewleta Tirk yên li dijî Kurdistanê û yekitiya Kurdan ji ANF’ê re axivî.

Mehmûd Osman bal kişande li ser êrîşên dewleta Tirk yên li dijî Başûrê Kurdistanê ku bi hênceta PKK’ê pêk tîne got;

“Êrîşên dewleta Tirk tenê li dijî PKK’ê nîne. Yên ku wiha dibînin ew şaş in. Dewleta Tirk li dijî hemû partiyên Kurd e, ji ber ew hebûna Kurdan qebûl nake.”

Mehmûd Osman bal kişand li ser polîtîkaya dewleta Tirk ya dijmintiya li Kurdan û got,

“Dewleta Tirk dijminê hemû Kurdan e. Li ba dewleta Tirk Kurd hemû terorîst in. Ez û Mesrûr Barzanî jî di lîsteya wan ya terorê de bûn û ji Iraqê daxwaz kiribûn ku me radestî wan bikin. Ji ber ez dixwazim pirsgirêka Kurd bê çareser kirin min weke terorîst dibînin.”

Dr. Mehmûd Osman: Nabe ku têkiliyên Başûr bi Tirkiyê re li ser dijberiya Kurdan be

Mehmûd Osman têkiliyên di navbera başûrê Kurditanê û dewleta Tirk nirxand û diyar kir hikûmeta başûr dikare têkiliyên siyasî û aborî bi dewlean re pêş bixe û got;

“Lê nabe ev têkilî û hevkarî li dijî Kurdên bakur an jî kurdên Rojhilat û Rojava be. Ji ber dewleta Tirk dixwaze Kurd timî hevdu bikujin.”

Dr. Mehmûd Osman: Ocalan azad bibe wê aştî û çareserî li herêmê pêk were

Osman bal kişand ser projeyên aşitî û çareseriyê yên Rêber Ocalan û wiha dewam kir;

“Divê dewlet bi Ocalan re hevdîtinan bike. Ocalan heta niha gelek caran projeyên çareseriyê pêşkêş kiriye. Ocalan xwedî projeye û dikare çend mehan de pirsgirêkê çareser bike. Lê dewleta Tirk bi tecrîdê bersivê dide. Bi azadiya Ocalan aşitî li herêmê pêk were. Wê pirsgirêka Rojava jî çareser bibe, ji ber ku ew dibêjin Rojava girêdayî PKK’ê ye û terorîst in. Em nizanin bê ka kîjan Kurd li gel Tirkiyê başe.”

Siyasetmedar Mehmûd Osman di dawiya axaftina xwe de bal kişande li ser yekîtiya Kurdan û wiha got;

“Divê Kurd bibin yek. Divê partiyên Kurd yên li çar parçeyan hevgirtina xwe ava bikin. Partîgerî me lewaz dike. Pêwîste Kurd di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de bên cem hev. Ger ev yek bê kirin wê bandoreke mezin bike.”

Back to top button