Azerbeycan agirbestê binpê dike û Ermenistanê dronek anî xwar

Piştî ragihandina agirbesteke mirovî di navbera her du aliyan de, Ermenistan û Azerbeycan hevûdu bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin.
Her wiha Ermenistan, dewleta Tirk bi birêvebirinê operasyonên asmanî yên Azerî, li dijî sivîlên li Qerebaxê tawanbar dike.

Berdevka Wezareta Derve ya Ermenistanê Şoşan Stepaniyan ragihand ku hêzên Azerbeycanê agirbestê binpê dikin û bi panzer û mûşekan êrîş dikin.

Stepaniyan diyar kir ku artêşa Ermenistanê, êrîşên Azerbeycanê şikandin û droneke Azerî anî xwarê.

Serkreterê ragihandinê di wezareta parastinê ya Ermenistanê de Artisron Hofhanisyan jî teqez kir ku navendên rêveberiya hêzên asmanî yên Tirkiyê, operasyonên asmanî yên bombebarana dronên Azerî li dijî sivîl û dezgehan li Qerebaxê, bi rê ve dibin.

Hofhanisyan diyar kir ku dronên Azerbeycanê di bin çavdêriya 6 frokeyên F-16 yên dewleta Tirk de, tev digerin.

Di heman çarçoveyê de, Wezareta Parastinê ya Ermenistanê, dîmenekî nû belav kir û tê de çeteyên Sûrî ku Enqere ji bo şer ew anîne Qerebaxê, xuya dibin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê, hêzên Ermenistanê bi binpêkirina agirbestê û dewamkirina topbaranan, tawanbar kir.

Azerbecanê, her wiha ji bo kûrkirina aloziyê jî, tiliyên tawanbariyê dirêjî rêveberiya siyasî û ya leşkerî ya Ermenistanê kir.

Şemiya borî, li ser banga serokê Rûsyayê Vladimir Putin, agirbesteke mirovî ji bo pevguhertina dîl û termên her du aliyan, hatibû ragihandin.

Back to top button