DYA 3 welatî û 64 Şirketên Bûlgarîstanê xist lîsteya reş a cezayan

Di çerçoveya têkoşîna li dijî gendeliyê de DYA cezayan dibire.
DYA 64 şîrket û 3 himwelatiyên Bûlgarîstanê bi tewama gendeliyê ceza kir û xist lîsteya reş.

Wezareta Xezîneyê ya DYA bi daxuyaniyekê ragihand ku 64 şîrket û 3 welatiyên Bûlgarîstanê bi tewamanên gendeliyê ketin lîsteya reş.

64 şîrketên ceza li wan hat birîn jî girêdayî wan 3 kesanin.

Wezaretê diyar kir ev çalakiya herî mezin ya li dijî gendeliyê ye.

Hat ragihandin ku kes û şîrketên di bin cezayê de hatine reşkirin, nikarin sîstema fînansê ya DYA yê bikar bînin û agahiyên wan jî hat cemidandin.

Her wiha li dijî çend berpirsên berê yên Bûlgarî jî cezaya qedexeya ketina Amerîkayê hat birîn.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYA Ned Price bi daxuyaniyekê anî ziman ku ji bo pêşvebirina karên Bûlgaristanê, DYA li gel wan radiweste.

Wezareta Karê Derve ya Bûlgarîstanê jî bi daxûyaniyekê bersiv gavên DYA yên li dijî gendeliyê da û got :

Di têkiyên me yên bi hevkar û hevalbendaran re, me baweriya xwe ya têkoşîna li dijî hemû şêweyên gendeliyê bi eşkereyî parvekir”

Back to top button