11 Şehîdên komkujiya Dêrikê bi merasîmekê hatin oxirkirin

Duh di encamê êrişên dewelta Tirk li ser Dêrikê 11 kes di nav de nûçegihanê ANHA’yê Îsam Ebdullah şehîd bûn. Îro bi merasîmeke bi heybet şehîdên komkujiya Dêrikê hatin oxirkirin.

Dewleta Tirk a faşist ku li pey qirkirina gelê Kurd e, 19 mijdarê bi şev li seranserî herêmê bi balafiran êriş kir.

Di encama êrişa li ser Dêrikê de, 11 welatî şehîd bûn.

Îro bi deh hezaran cenazeyên şehîdan ji naxweşxaneya Niştîmanî ya Dêrikê wergirtin û bi ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê..

Di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ciwan Elî axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku ew ê rêça şehîdan bişopînin û xeyalên wan ên azadiyê pêk bînin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Talet Yûnis axivî û ev yek got:

“Erdogan bi gaz, çekên kîmyewî û çekên xwe yên herî giran êrişan li dijî vî gelî pêk tîne, lê wê nikaribe îradeya gel bişkîne.”

Di dawiyê de wesîqeyên 11 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şehîd Diyar Serêkaniyê li Hesekê bi merasîmekê hat oxirkirin

Li Hesekê jî merasîmên şehîdan hebûn.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê beşdarî mersîma oxirkirina şehîd Diyar Serê Kaniyê ku di encama êrişên 19 mijdarê li ser Dirbêsiyê de şehîd bûbû, bûn.

Di merasîmê de hate gotin: Heya kêliya dawî em ê li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî berxwe bidin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd bi destê rêhevalên wî hat sipartin.

Back to top button