Çalakî û nerazîbûnên gelê herêmê li dijî êirşên hovane yên dewlata Tirk li ser herêmê zêde dibin. Îro jî li Koban, Reqa, Minbic û Dêrazorê jî çalakî hatin lidarxistin û bang li hêzên cîhanî hate kirin ku êrişên dewleta Tirk rawestînin.
Çalakiyên gelê yên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin.
Bi hezaran ji şêniyên herêma Firatê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan.
Meş li qada şehîd Egîd veguherî mêtingê û li vir hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî..
Eyşe Efendî bang li gelê herêmê kir ku yekîtî û hevgirtiya xwer xurt bikin û destketiyên şehîdan biparêzin.
Şêx û ruspiyên eşîrên Ereb yên li navçeya Sirînê jî bi daxuyaniyek êrişên li ser herêmê red kirin.
Şêniyên Reqayê jî li dijî êrişan meşiyan.
Şêniyan êrişên dewleta Tirk û bêdengiya hikûmeta Şamê şermzar kir.
Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya çalakî li dar xistin û êriş şermezar kirin.
Yekîtiya Parêzeran û Meclisa Malbatên Şehîdan ên Reqayê jî bi daxuyaniyên cuda êriş şermzarkirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê û gundewarên wê jî bi heman armancê daxuyanî dan..
Meclisê bang li civaka navneteweyî, NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku êriş, binpêkirin û komkujiyên dewleta Tirk li herêmê rawestînin.
Şêniyên Tebqayê jî li dijî êrişan xwepêşandanek li dar xistin.
Şêniyan diyar kirin ku ew ê berxwedanê û tekoşînê mezintir bikin û planên dagirkeran pûç bikin.
Şêniyên navçeya Eyîn Îsa û koçberên Girê Spî jî li qadan bûn.
Li vir jî hêzên navneteweyî û komkara dewletên Erebî wek berpirisyarên van êrişan hatin nişandan.
Şêniyên Dêrazorê jî daketin qadan û piştgiriya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê nîşan dan û diyar kirin ku ew ê bi hev re li pêş dagirkeran bisekinin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Dêrazorê jî bi heman armancê daxuyaniyke da û êrişên dewleta Tirk şermzar kir.