Rojnamevanên Başûr: Divê ti aliyên Kurd nebin hevkarê dagirkeriyê

Rojnamevan Başûrê Kurdistanê, êrişên dewleta Tirk yên li ser Kurdan bi bêdengiya hin aliyên siyasî ve gîrê dan û gotin: “Divê ti aliyek siyasî nebe beşek ji van êriş û dagirkeriyê” Ciwanên Welatparêz yên Başûrê Kurdistanê û Saziyên Şengalêjî bi daxuyaniyan êrişên dewleta Tirk li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Nerazîbûna li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê zêde dibe.

Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê derbarê êrişên li ser kurdistanê axivîn û bertek nîşan dan.

Rojnamevan Hejar Enwer bal kişand ser bêdengiya hin hêzên siyasî yên Kurd û got: Çi aliyekî siyasî bê helwest bimîne, tê wê wateyê ku ne xwediyê hestên netewî ye.

Divê Hikumeta Herêmê dengê xwe derbixe û ji bo zextê li Tirkiyê bike, vê dosyayê bigihîna Konseya Ewlekariyê.”

Rojnamevan Hawkar Îzet jî bi van hevokan qale êrişan kir:

“Dewleta Tirk ji bo piştgiriya navnetewî bigre, hewldanên xwe zêdetir kiriye.

Dibe ku di rojên pêş de êriş û dagirkeriyek mezin û metirsîdar ya dewleta Tirk li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêk were.

Divê ti aliyekî siyasî nebe beşek ji van êriş û dagirkeriyê.”

Endamê desteya Rêveber ya KNK Westa Resûl: Divê Kurd bibin yek

Derbarê êrişên li ser kurdistanê, Endamê Desteya Rêveber ya YNK’ê Westa Resul jî ji Rojnews re axivî û got: “Ev demek dewletên cîran li hemberî Kurdan bûne yek, dibe ku ev yek dewam bike û ger rê lê neyê girtin, wê encam qirkirina kurdan be.

Divê kurd bibin yek bere.”

Ciwanên Başûr banga bilindkirina têkoşînê li dijî êrişan kirin

Ciwanên Welatparêz yên Başûrê Kurdistanê jî, li navçeya Çemçemal ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin û banga bilindkirina têkoşînê kirin..

Ciwanan diyar kirin ku ew weke Ciwanên Welatparêz wê li dijî êrişan bêdeng namînin û gotin: “Çi ji destê me were, em ê bikin û nehêlin Kurdistan were dagirkirin.”

Saziyên Şengalê êrişên dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin

Li aliyê din, Saziyên Şengalê jî bi daxuyaniyeke hevpar êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û piştgiriya xwe ji gelê rojava û gerîlayan re anîn ziman.

Back to top button