Li herêmên Rêveberiya Xweser Nîsanê wê hilbijartin pêk bên

Piştî Hevpeymana Civakî ket meryetê, êdî xebatên ji bo hilbijartinê despê kirin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê di meha Nîsanê de hilbijartina şaredariyan bên çêkirin.
Di çarçoveya Hevpeymana Civakî ya nû de, 57 şaredariyên Kantona Cizîrê, Yekîtiya Şaredariyên Kantonê ava kir.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di rûniştina xwe ya 12’ê Kanûna 2023’an de Hevpeymana Civakî ya nû erê kiribû.

Hilbijartin jî yek ji xalên sereke yên hevpeymanê bû.

Hevserokê Meclisa Gelan a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê derbarê mijdarê de agahî da ajansa ANHA’yê.

Ferîd Etê diyar kir ku wê li herêmê di meha Nîsanê de hilbijartina şaredariyan pêk were.

Etê da zanîn ku niha zagona hilbijartinên tê amadekirin û wê pêşkêşî erêkirina Meclisa Gelan bê kirin.

Piştî erêkirinê jî wê hilbijartin pêk werin.

Yekîtiya Şaredariyên kantona Cizîrê hat avakirin

Yek ji xalên girîng ên hevpeymanê jî xala 109 a têkildarî avakirina Yekîtiya Şaredariyên Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyê û erkên wan e.

Li gorî Hevpeymana Civakî ya berê, şaredarî girêdayî Rêveberiya Xweser wekî Desteya Şaredariyan hatibûn rêxistinkirin.

Lê di hevpeymana nû de wê di asta kantonan û herêmê de bi navê yekîtî û bi awayekî xweser bên rêxistinkirin.

Di çarçoveya amadekariyan de hevserok, endamên meclis û rêveberên daîreyên 57 şaredariyên Kantona Cizîrê civiyan.

Di civîna ku duh li Salona Melek a bajarê Qamişlo hat lidarxistin de reşnivîsa yasa û rêziknameya şaredariyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hatin xwendin.

Pişt re erk, berpirsyarî û xebatên şaredariyan nirxandin û nîqaş hatin meşandin.

Paşê Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê hat avakirin.

Di yekîtiya ku wekî meclis hat avakirin de hevserokên 57 şaredariyan cîh digirin.

Bi armanca şopandina xebatan ji nava meclisê koordînasyonek hat avakirin.

Di civînê de Silêman Ereb û Astir Murad jî wekî Hevserokên Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê hatin diyarkirin.

Endamên Meclis û Hevserokên hatine diyarkirin, wê heta hilbijartinên şaredariyan ku tê plankirin di dema pêş de werin çêkirin, bi awayekî demkî erkê bimeşînin.

Li gorî plansaziyan wê li kantonên din jî bi civînên wê bên çêkirin re, yekîtiyên şaredariyan bên avakirin û rêveberiyên demkî werin diyarkirin.

Biryar û lîsteyên rêveberiyan ên di encama civînan de hatine diyarkirin, wê ji bo Meclisa Gelan a Bakûr û Rojhilatê Suriyê werin pêşkêşkirin.

Back to top button