Li Efrîna dagirkirî, zarokek kuştî hate dîtin

Li Efrîna dagirkirî, li navçeya Mabatayê zarokek di hawizê embarkirina zeyta zeytûnan de kuştî hate dîtin.

Pêr bi şev, termê zarokê bi navê Yusif Menan Hemreşo di hawizekî embarkirina zeyta zeytûnan de li nêzî kargeha guvaştinê ya li gund hate dîtin.

Yûsif Menan ji şêniyên gundê Kaxirê yê navçeya Mabatayê û zarokê malbatê yê bi tenê ye.

Li gorî agahiyan, Yûsif zarokekî kerr e jî.

Guman hene tiliya çeteyên dewleta Tirk di vê bûyerê de hebe, nemaze ku gelek caran sivîl kuştine û termên wan avêtine cihên giştî.

Back to top button