Nobeta Edaletê li 6 bajaran didome: Em dixwazin rêberê me azad bibe

Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan hatiye destpêkirin, li 6 bajaran didome.
Çalakvanan îro jî gotin: “Em dixwazin Rêberê me azad bibe.”

Çalakiyên Nobeta Edaletê ku li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest pêkiriye dewam dike.

Di çalakiyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd tê kirin.

Çalakiya li bajarê Wanê di roja xwe 76’an de ye.

Îro jî Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê serdana nobertê kirin.

Li Amedê jî kesên serdana nobetê kirin bal kişandin ser wateya meşa azadiyê, û banga piştgiriyê li xelkê Amedê û her kesî kirin.

Bi heman awayî li bajarê Êlih, Mêrdîn, Edene û Stenbolê jî çalakiyên Nobeta Edaletê bi biryardariyeke mezin didome.

Li wir jî çalakgeran balkişandin ser grevên birçîbûnê û banga mezinkirina têkoşînê kirin.

Her wiha çalakgran tecrîda li ser Rêber Apo jî bibîrxistin û gotin:

“Em daxwaza azadiya Rêbertiya xwe, zarokên xwe û gelê xwe dikin.

Heta azadiyê wê ev têkoşîn bidome.”

Di dema çalakiya li Stenbolê de Hevserokê DEM Partiyê Navçeya Eyupê Nedîm aydin, rêveberên Konfederasyona Saziyên Civakî yên Sivîl û gelek welatî serdana çalakiyê kirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Eyûpê Nedîm Aydin di çalakiyê de axivî û got:

“Çalakî êdî li her devera cîhanê tên naskirin. Hemû gelên bindest vê têkoşîna gelê kurd ji xwe re mînak digire.

Awayê xebatê yê tevgera me ji bo cîhanê dibe mînak. Êdî li seranserî cîhanê behsa kurdan tê kirin.”

Li wir jî berxwedana li zîndanan hate silavkirin û banga xwedîderketinqa ji berxwedana zindana hate kirin.

Girtiyên siyasî: Em ê berxwedana xwe derbasî qonaxeke nû bikin

Back to top button