Hêzên Asayîşê li Dêrazorê bazirganekî diravên sext girt

Hêzên Asayîşê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî kes anjî tiştê ku civakê derb bike, têdikoşe.
Asayşê li Dêrazorê barzirganekî pereyên sexte girt.
Li beravê çemê Firatê jî, hêzên asayîşê hewldana qaçaxçtiya bi hezaran ji hebên narkotîkê girtin.
Asayîşê bang li gel kirin ku ji bo rêgirtina li ber narkotîkê bi wan re alîkare bin.

Li herêmê hêzên Asayîşê xebatên xwe yên li dijî şaneyên terorîst, sîxûr, bazirganên madeyên hişbirî û hwd dewam dike.

Hêzên Asayîşê li Dêrazorê gumana kirîn-firotina pereyên sext li kesekî girtibû.

Navenda Ragihandina Hêzên Asayîşê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek li ser mijarê da.

Di daxuyaniyê de, wiha hate gotin:

“Piştî şopandinê eşkere bû ku ev kes bazirganekî pereyên sexte ye.

Hêzên me yên li Dijî terorê bi operasyonekê ew kes girtin.”

Dema hat girtin, 3 hezar û 100 dolarên sexte pêre hatin girtin.

Piştî lêpirsînê, asayîşê kesê girtî ji dozgeriya giştî re şandin.

Hêzên Asayîşê di navbera Minbic-Reqa bi hezarn hebên narkotîkê girtin

Li aliyê din, hêzên asayîşê li dijî rêgirtina li ber belavbûna Madeyên Hişbir jî xebat dike û têdikoşe.

Hêzên Asayîşê li beravê çemê Firatê di navbera Reqa û Minbicê, rê li ber qaçaxçîtiyê madeyên narkotîk girtin.

Navenda Ragihandina Hêzên Asayîşê li ser mijarê daxuyaniyek da û wiha got:

“Piştî wergirtina agahiyan ku miqdarek mezin ji madeyên Narkotîk ji bo qaçaxçîtiyê hatiye amedekirin, hêzên me mudaxelekirin.

Hêzên me yên eleqedar bi operasyonekê hewldana qaçaxçîtiyê têk birin.”

Hêzên Asayîşê di vê operasyonê de 324 hezar û 413 hebên Kaptagonê ku di tûrikên girtî de bi cih kiribûn, desteser kirin.

Rêveberiya Giştî ya ya Dijî Madeyên Hişbirê bang li gelê herêmê kir ku her firoşkar, belavkar û bikarhênerên narkotîkê ji navendên ewlehiyê re ragihînin, da ku metirsiya nexweşiya narkotîkê ji herêmê bê dûr xistin.

Back to top button