Girtiyên siyasî ji bo Nobetên Edaletê name şandin

Çalakiyên greva birçîbûnê ya li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di roja 77’an de ye.
Girtiyên siyasî îro ji Nobetên Edaletê re name şandin.
Dîlgirtiyên azadiyê di nameyên xwe de banga bilindkirina têkoşînê kirin û gotin: “Em ê bi hêza xwe tecride bişkînin û jiyanê azad bikin.”

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 77 roje ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd di greva birçîbûnê de ne.

Çalakiya greva birçîbûnê ya demkî û dorveger bi biryardariyeke mezin dewam e.

Hemwextî vê çalakiyên Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dane destpêkirin jî dewam dikin.

Di çalakiyên îro de, nameya hevpar a girtiyên siyasî şandî ji malbatan re hate xwendin.

Girtiyên Azadiyê: Rûmet û şerefa ku em ji we digirin bêdawî ye

Girtiyên siyasî ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de name şandin û wiha gotin:

“Hûn ne tenê tekoşîn û berxwedanê dimeşînin, hûn bixwe bûne tekoşîn, bûne berxwedan. Em gelek şanaz û bextewar in ku em xwedî dayikên mîna wek we ne. Rûmet û şerefa ku em ji we digirin bêdawî ye.”

“Em ê bi hêza xwe tecride bişkînin û jiyanê azad bikin”

Her wiha girtiya di nameyên xwe de, bertek nîşanî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo dan.

Dîlgirtiyên azadiyê banga bilindkirina têkoşînê kirin û gotin:

“Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyanê azad bikin, em bawer dikin ku têkoşîna me ya hevpar a çiya, zindan û gel wê me bigihîne serketinê.
Bi wan hestan Komploya 15’ê Sibatê lenet dikin, bi hestên ji dil we silav dikin û careke din dibêjin ku serkeftin a me ye.”

Back to top button