6 rojin ji 9 karkerên ku di bin madena zêren de mane agahî nîne

Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu û Endamên Komeleya Hawirdorê ya Munzurê îro çûn navçeya Licikê ku karesata madenê lê çêbûbû.
Piştî serlêdanê Ayten Kordu daxuyaniyek çapemeniyê da û got: “Divê tevahiya kanên madenan ên zirarê didin tenduristiya gel, bên girtin û rawestandin.”

Di 13’ê sibatê de li navçeya Licikê ya Erzînganê di dema xebatên madena zêr de şimitîna erdê rû da.

Li gorî agahiyên ku rayedarên Tirkiyê parvekiribûn 9 karker di bin axê de mane.

Ev bû 6 roj hêj jî karker nehatine dîtin.

Lewma Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu û Endamên Komeleya Hawirdorê ya Munzurê serdana cihê bûyerê kirin.

Kordu: Em li dijî sûcên ku hatiye kirin dengê xwe derdixînin

Ayten Kordu piştî serdanê daxuyaniyek çapemeniyê de û got:

“Em li dijî karesata madenê û sûcê ekokirimê dengê xwe derdixînin.

Bila madena zêr a Licikê bê girtin.”

Kordu: Divê madenên ku zirar didin xwazayê bêne girtin

Kordu her wiha bertek nîşanî astengiyên ji bo serdanan da û got:

“Li vir sûc hatiye kirin û ev sûc ê îktîdara siyasî ye.

Li kîjan devera welêt dibe bila bibe, divê madenên siyanûrê demildest bên girtin.

Madenên siyanûrê hem zirarê didin tenduristiya gel, hem jî rê li ber karesatan vedikin.”

Bertekên li dijî berpirsyaran zêde dibe

Li Tirkiyê bixwe jî gelek Ekolojîst ji bo balê bikşînin ser vê xeteriyê di nava hewildanan de ne.

Piştî rûdana vê bûyerê bertekên li dijî berpirsyaran zêdetir dibin.

Ji ber ku îhtîmal heye siyanûra li herêmê tevî Çemê Firatê bibe.

Ger ev yek rû bide wê bandoreke nebaş li jiyana mîlyonan mirov bike.

Ji bilî Bakurê Kurdistanê, welatên Ereb jî bi vê metirsiyê re rû bi rû ne.

Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin

Back to top button