Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin

Hate ragihandin di lêpirsîna hezaza li madenê hatiye destpêkirin de, 4 kes hatin binçavkirin.
Partî û saziyên demokratîk ên ku xwestin biçin cihê bûyerê, ji ber biryara qedexeyê ya aliyê walitiya Dersîmê hatin astengkirin û 4 kes hatin binçavkirin.
DEM Partiyê diyar kir berpirsyarê vê karesatê desthilata AKP’ye.
Û ji bo tespîtkirina bûyer û berpirsyaran, pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeşî Meclisê kir.

Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî hezaza li madena zêran a li navçeya Licikê hatiye destpêkirin de 4 kes hatin binçavkirin.

Li qada Madenê duh piştî nîvro li qadeke berfireh hezaz çêbû.

Li gorî daxuyaniyên rayedaran, 9 kes di bin hezazê de mane.

Hate diyarkirin ku hejmar zêdetir e.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja duyemîn de dewam dikin.

Lê heta niha ji karkeran agahiyek nehatiye wergirtin.

Walîtiya Dêrsimê ketina Erzînganê qedexe kir: 4 kes hatin binçavkirin

Li aliyê din hezaza li madenê rê li ber bertekên tund vekir.

Endam û rêveberên partî û saziyên demokratîk xwestin biçin cihê bûyerê.

Lê belê Walîtiya Dêrsimê derketina wan a ji bajar qedexe kir.

4 endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên dixwestin biçin Erzînganê jî hatin binçavkirin.

Komeleyê bi daxuyaniyekê xwest ku endam û rêveberên wan tavilê bên berdan û biryara qedexeya ketina navçeya Îlîçê bê rakirin.

DEM Partî ya Dêrsimê: Berpirsyarê vê karesatê AKP ye

Her wiha rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî ya Dêrsîmê jî daxuniyek da.

DEM Partî destnîşan kir ku berpirsyarê karesata li Îlîçê qewimî desthilata AKP ye û wiha got:

“Ev astengkirin jî dişibe astengkirinên ji bo bûyerên din.

Ji bo mezinkirina sermayeya alîgirên desthilatdarê, li ser erdnîgariya me talanê dikin.

Dixwazin encamên vê talanê ji raya giştî veşêrin.”

DEM Partiyê ji bo Licikê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir

Di vê çarçoveyê de ji bo rewşa bûyerê were tespîtkirin û berpirsyar bên aşkerekirin, pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeşî Meclisê hate kirin.

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê ya ku pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir wiha got:

“Tevî hişyariyên hin odeyên pîşeyî, mirovan zanyar, aktîvîstên ekolojiyê, welatiyên li herêmê û parêzeran şîrketê xebatên xwe domandin. Ji aliyê partiya me ve jî mijara lêkolînê gelek caran anîn rojevê. Lê desthilatê tu hişyariyên me li ber çavan negirtin.”

Back to top button