Ibrahîm El Qeftan: Çareseriya aloziya Sûriyê tenê bi rêya diyalogê pêkan e

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku çareseriya aloziya li Sûrî tenê bi rêya diyalogê pêkan e: El Qeftan piştrast kir ku lihvkirina Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê wê dagirkeriya dewleta Tirk têk bibe.

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik berî çend rojan gotibû “Çareseriya rast ji aloziya Sûriyê re lihevkirina Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê ye.”

Têkildarî vê bangewaziyê, Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan ji ajansa nûçeyan a Hawarê re axivî û ev bang bi erênî nirxand.

El-Qeftan anî ziman ku gelek hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo diyaloga Sûrî-Sûrî hebûn û heta niha jî hene lê hikûmeta Şamê ne bi diyalogê re bû.

Îbrahîm El-Qeftan got: “Divê hikumeta Şamê fêm bike ku çareserî tenê bi rêya diyalogê pêkan e. Divê pergaleke ne-navendî hebe. Beşar El-Esed bixwe jî di gotareke xwe de got nenavendîbûn çareseriya bingehîn e. Lê em dibêjin nenavendîbûna ku hikumeta Şamê behsê dike têrê nake, ji ber ku asoyên wê teng in.”

Ibrahîm El Qeftan: Lihevkirina Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê wê dagirkeriyê bi dawî bike

Îbrahîm El-Qeftan lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de çareseriya herî guncaw ji bo aloziya li Sûrî dît.

El Qeftan dibêje:

“Heke diyalogeke cidî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hebe, gerek hemû pêkhate di destûra heyî yan jî ya nû de mafên xwe misoger bikin. Ev hêzê dide hikumeta Şamê û gelê Sûrî bi giştî û wê dagirkeriya Tirk ji Sûriyê re bi dawî bike.”

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan dawiya nirxandina xwe anî ziman “Projeya biratiya gelan ku her yek rengê xwe yê rastîn nîşan dide, wê roleke xurt di parastina gelan de bilîze. Her wiha di çarçoveya pergaleke demokratîk a nenavendî de wê wan ji şer dûr bixe.”

El Qeftan piştrast kir ku pêkhateya Ereb êdî baş dizane ku nikare bê pêkhateyên din bijî û got: Kî projeya Rêveberiya Xweser derxist ne girîng e, ya girîng ew e ku xizmeta pêkhateyan û gelê Sûriyê dike.

Back to top button