Li Selahaddînê 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Rojên dawî êrişên çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê zêde bûn. Herî dawî li Selaheddînê 2 leşkerên Iraqê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin kuştin.

Li Eyaleta Selaheddînê, çeteyên DAÎŞ’ê êrişî nuqteyeke leşkerî ya artêşa Iraqê kirin.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê di êrişê de 2 leşker hatin kuştin.

Şeva 26’ê Cotmehê jî li Diyalayê di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de 12 kes hatibûn kuştin û 15 jî birîndar bibûn.

27’ê Cotmehê jî li gundekî heman herêmê di êrişeke çekdarên nenas de 7 kes miribûn.

Back to top button