Luqman Ehmê: PDK ‘ê bi temamî xwe kiriye bin xizmeta dagirkeriyê

Luqman Ehmê, Hevserokê Partiya Kesek a Demokrat dibêje “Kirinên PDK`ê li dijî gerîlayan, li gorî nirxên Kurd û Kurdistanê cihê şermezarkirinê ne.” Ehmê piştrast kir wê dîrok hevkarên dijminan efû neke.

“Danîna kemînan ji gerîla re, li gorî qanûnan, nirxên Kurd û Kurdistanê û heta yên mirovahiyê nayên qebûlkirin.”

Luqman Ehmê; ev, li ser kirin û êrîşên dawî yên hêzên PDK’ê yên li dijî gerîla got.

Dema dawî, li dijî gerîla û tevî êrîşên domdar ên dewleta Tirk, hêzên PDK’ê jî ketiye rêza êrîşkaran û çend caran kemîn danîn û êrîş kir.

Hevserokê Partiya Kesek a Demokrat Luqman Ehmê li dijî van êrîşan ji ajansa nûçeyan a Hawarê re nirxandin kir û helwest nîşan da.

Luqman Ehmê: Divê hin hêzên Kurd bi dewleta Tirk a dagirker neyê xapandin

Luqman Ehmê li ser bêdengiya PDK’ê ya li hemberî bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyewî re mixabiniya xwe anî ziman û got divê hêzên kurd hişyar bin û bi dewleta Tirk neyên xapandin.

 

Back to top button