Rêveberiya Xweser derbarê gefên li ser herêmê bi desteyên rêberiyê re civiya

Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, ji tevahî desteyên rêveber ên şaxî re civînek li dar xist.

Îlham Ehmed û Bêrîvan Xalid jî di nav de gelek kes beşdarî civînê bûn.

Civîn li pêş dezgehên çapemeniyê girtî hat lidarxistin.

Têkildarî nîqaşên ku di civînê de hatine kirin, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Hemdan El-Ebid axivî.

Hemdan El-Ebid diyar kir ku di civînê de rewşa siyasî li herêmê hat şîrovekirin.

Her wiha serdanên dawî yên Rêveberiya Xweser û MSD’ê ji bo Washigton û Moskove hatin nîşqaşkirin.

Hemdan El-Ebid anî ziman ku ji mijarên hatine nîqaşkirin rewşa ewlehî û aramiyê li herêmê bû.

Hemdan El-Ebid got: ”Em dikarin ji gelê xwe re raghînin ku dewleta Tirk nikare êrişek nû pêk bîne.

Ji ber armanca gefên wê tevliheviyê li herêmê çêke.”

Back to top button