Endamê Rêveber ê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso derbarê vegera ewle ya koçberan de, ji ajansa Hawar re axivî.
Ciwan Îso diyar kir ku, komîte dosyaya koçberan dişopîne û bi berdewamî bi rayedarên têkildar re hevdîtinan pêk tîne.
Ciwan Îso anî ziman, di dema şopandina rewşa li bajêr, me dît ku li Serêkaniyê hawîrdorek ewle hîn peyda nebûye ku rê bide vegera koçberan.
Hîn jî komên çekdar li bajêr û gundên wê hene.
Îso destnîşa kir ku, li Serêkaniyê desteserkirin, dizîn û firotina mal û milkên koçberan hîna dewam dike.
Îso got, hikumeta demkî piştrast dike ku “bajarê Serêkaniyê li derveyî kontrola wê ye, lê di dosyaya entegrasyonê de cih digire.
Divê ew bi parêzgeha Hesekê ve were girêdan.
Me soz wergirtine ku, piştî vegera koçberên Efrîn temam bibe, vegera koçberên Serêkaniyê dê dest pê bike.
Heta sala 2026`an, divê tu koçber li derveyî mal û bajarê xwe nemîne û divê ew bikaribin bi rûmet bijîn.”
Endamê Rêveber ê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso di dawiyê de diyar kir,
Xebatên qeydkirina navên nişticehihên li bajêr dest pê kiriye ji bo amadekariya vegera wan bo deverên xwe yên resen.


