Şêniyên Hesekê şervanê QSD’ê nemir hat oxirkirin

Şêniyên Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Nemir oxir kirin.

Şervanê QSD’ê Xalid Enter Ferec bi nasnav Nemir dema li ser erkê xwe bû şehîd bû.

Şêniyên Hesekê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd li goristana Şehîd Dijwar merasîmek li dar xist.

Li goristanê li ser navê Hêzên Leşkerî û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malabata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiyê cenazeyê şehîd di nava tilîlî û sloganên silavkirina şehîdan de hate veşartin.

 

Back to top button