ANF: 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên azadiyê li Zapê derbên giran li dagirkeran didin.Herî dawî di çalakiyekê de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Li gorî çavkaniyên HPG’ê yên ajansa Firatê:

”30’ê Gulanê gerîlayên HPG û YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê FM ê li herêma Zapê çalakiyek li dijî dagirkeran pêk anîn.”

Di encama çalakiyê de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Li aliyekî din jî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasanameya 3 gerîlayên ku li Bestayê şehîd bûne eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne; ”Naîm Îlçîn bi nasnav Koçer Didêrî, Leyla Îldenîz bi nasnav Berxwedan Amara û Selîm Ûslû bi nasnav Dijwar Cîzre.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîan armancên wan da.

Back to top button