Aldar Xelîl: Gerîla gelê Kurd diparêz e

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk li Zapê bi bin ketiye, li Şengalê plana wê ya bi PDK’ê re bi ser neketiye û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî jî ger hewldanekê bike dê rastî berxwedaneke gelekî mezin bê. FILM

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl derbarê êrişên li dijî Başûr, û gefa li dijî Rojava nirxandin kir.

Aldar berxwedêrên li Zap, Avaşîn û Metînayê silav kir û anî ziman ”Gerîla bi berxwedana xwe gelê Kurd û mirovahiyê diparêz e.”

Aldar Xelîl: Tirkiyê dixwaze ji Efrînê heya Xakurkê dagir bike

Li ser armancên dewleta Tirk ên ji êrişan jî Aldar Xelîl da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze ji Efrînê heta Xakurê dagir bike.

Aldar Xelîl diyar kir ku gerek pişt li hêzên derve neyê girêdan û divê ji wê zêdetir em xwe ji şer re amade bikin.

Aldar Xelîl: Êrişa nû dê qedera şoreşê diyar bike

Aldar Xelîl îşaret pê kir ku êrişeke muhtemel a dagirkirina herêmêke Bakur û Rojhilatê Sûrî êdî mijara man û nemanê ye.

Back to top button